Read this in other languages.
Ev proje armanc dike ku rêya destpêkkeran ji bo beşdariya wan a yekem hêsan û rêber bike. Heke hûn li beşdariya xwe ya yekem digerin, van gavan bişopînin.
Heke hûn bi xeta fermanê ne rehet in, li vir perwerdeyên ku amûrên GUI bikar tînin hene.
Heke git li ser makîneya we tune, wê saz bikin.
Vê depoyê bi tikandina bişkoka fork li jora vê rûpelê fork bikin. Ev ê kopiyeke vê depoyê di hesabê we de çêke.
Niha depoya forkkirî li makîneya xwe clone bikin. Herin hesabê xwe yê GitHub, depoya forkkirî vekin, li ser bişkoka code bitikînin û paşê li ser îkona copy to clipboard bitikînin.
Termînalek vekin û ev fermana git bimeşînin:
git clone "url'a ku we naha kopî kir"
li cihê ku "url'a ku we naha kopî kir" (bêyî nîşanên jêgirtinê) url'a vê depoyê ye (forka we ya vê projeyê). Ji bo bidestxistina url'ê li gavên berê binêrin.
Bo nimûne:
git clone git@github.com:ev-hûn-in/first-contributions.git
li ku derê ev-hûn-in
navê we yê bikarhêneriya GitHub e. Li vir hûn naveroka depoya first-contributions li ser GitHub'ê li kompûtera xwe kopî dikin.
Derbasi pelrêça depoyê li ser komputera xwe bibin (heke hûn ne li wir in):
cd first-contributions
Niha bi bikaranîna fermana git switch
şaxekê çêbikin:
git switch -c navê-şaxa-we-ya-nû
Bo nimûne:
git switch -c add-alonzo-church
Niha pelê Contributors.md
di edîtorekî nivîsê de vekin, navê xwe lê zêde bikin. Wê li destpêk an dawiya pelê zêde nekin. Li cihekî navbera wan de deynin. Niha, pelê tomarbikin.
Heke hûn herin pelrêça projeyê û fermana git status
bimeşînin, hûn ê bibînin ku guherandin hene.
Van guhertinan li şaxa ku we nû çêkiriye bi bikaranîna fermana git add
zêde bikin:
git add Contributors.md
Niha van guhertinan bi bikaranîna fermana git commit
commit bikin:
git commit -m "Add navê-we to Contributors list"
navê-we
bi navê xwe re biguherin.
Guherandinên xwe bi fermana git push
bişînin:
git push -u origin navê-şaxa-we
navê-şaxa-we
bi navê şaxa ku we berê çêkiribû re biguherin.
Heke hûn di dema push kirinê de bi xeletiyekê re rû bi rû bimînin, li vir bitikînin:
-
remote: Support for password authentication was removed on August 13, 2021. Please use a personal access token instead. remote: Please see https://github.blog/2020-12-15-token-authentication-requirements-for-git-operations/ for more information. fatal: Authentication failed for 'https://github.com//first-contributions.git/'
Herin perwerdehiya GitHub li ser çêkirin û veavakirina mifteya SSH ji bo hesabê xwe.
Heke hûn herin depoya xwe li ser GitHub, hûn ê bişkokek Compare & pull request
bibînin. Li ser wê bişkokê bitikînin.
Niha daxwaza kişandinê pêşkêş bikin.
Di demek nêzîk de, ez ê hemû guherandinên we di şaxa sereke ya vê projeyê de tevlihev bikim. Dema ku guherandin hatin tevlihevkirin, hûn ê e-nameyek agahdariyê bistînin.
Pîroz be! We çerxa fork -> clone -> edit -> pull request a standard ku hûn ê gelek caran wek beşdarvan pêrgî wê werin temam kir!
Beşdariya xwe pîroz bikin û bi hevalên xwe û şopînerên xwe re parve bikin bi çûyîna sepana webê.
Heke we hewceyî alîkariyê heye an jî pirsên we hene hûn dikarin beşdarî tîma me ya slack bibin. Beşdarî tîma slack bibin.
Niha em dest bi beşdariya we di projeyên din de bikin. Me lîsteyek ji projeyan bi mijarên hêsan amade kiriye ku hûn dikarin pê dest pê bikin. Lîsteya projeyan di sepana webê de kontrol bikin.
GitHub Desktop | Visual Studio 2017 | GitKraken | Visual Studio Code | Atlassian Sourcetree | IntelliJ IDEA |
This project is supported by:
|